Saetê hevdîtinê ya Dem Partî û Wezîrê Edaletê diyar bû.
Heyeta DEM Partiyê wê sibê di saet 10:30’an de bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç têkildarî hevdîtina xwe ya bi Serokwekîlên Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Cîgirê Hevserokatiya Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan daxuyanî da.
Yilmaz Tunç ragihand ku hevdîtin di saet 10:30’an de wê li Wezareta Edaletê pêk were.
Tê payîn ku di hevdîtinê de gelek mijarên di rojevê de were nîqaşkirin.



