Sekreterê giştî yê Partiya Ermenî Îmad Tetaryan derbarê salvegera 110’an a komkujiya Ermenan bi destê Osmaniyan de axivî û got:
Ji bo careke din qirkirin neyê serê Ermeniyan divê birêxistinbûna xwe xurtir bike.
Di salvegera Komkujiya Ermeniya de sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermenî û şêwirmendê Meclisa Ermenî ya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îmad Tetaryan axivî.
Îmad Tetaryan diyar kir ku Osmaniyan nedixwest tu netewe bi ziman, ol û çanda xwe bijî, lewma Ermen qir kirin û got:
“Li hember qirkirina Ermena cîhan bê deng bû.
Partiya Ermenî: Divê hesab ji sûcdarên komkujiyê were xwestin
Divê hesab ji sûcdarên wê komkujiyê ji hêla rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û mafê mirovan bê xwestin.”
Her wiha Îmad komkujiyên ku li perava Sûriyê li dijî Elewiyan jî bi bîr xist û got:
“Tu cudahî di navbera her du komkujiyan de tune ye.
Her du jî bi heman zîhniyetê hatin kirin.
Eger pêkhate û gel neyên parastin dê qirkirin li dijî gelan zêdetir bibin.”
Hêjayî bi bîrxistinê ku di sala 1915’an de Dewleta Osmanî li hember gelê Ermen komkujiyeke mezin pêk anî.
Di komkujiyê de nêzî milyonek û nîv Ermen hatin kuştin, bi sed hezaran jî koçberkirin.



