Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed bi Serokê Herêma başûrê Kurdistanê re civiyan.
Têkildarî civînê Serokatiya Hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û wiha got:
Duh li Hewlêrê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û Seroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed bi Serokê Herêma başûrê Kurdistanê re civiyan.
Her du aliyan li ser pêwendiyên QSD’ê û aliyên Kurdî yên Sûriyê gotûbêj kirine.
Her wiha rewşa Kampa Holê ya ku malbatên DAIŞ’ê tê de ne û rola Hêzên hevpeymaniya navneteweyî hatine nîqaşkirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de serokatiyê da zanîn ku herdu alî jî tekezî li ser hevbeşî û tevlîbûna Kurd di nav pêkhateyên din ên Sûriyê de kirine.
Girîngiya yekrêziya hêzên Kurdî û pêwendiyên berdewam ên bi Hikûmeta nû ya Sûriyê re mijarên din ên civînê bûne.
Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot doh bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û demjimêrên dereng ên şevê bi Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Abdî, Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re civiya.



