Hêzên Aasyişê ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kantona Dêra Zorê 3 bazirganên hişbirê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Aasyişê li ser malpera xwe ya fermî daxuyand ku Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê 3 kesên li kantona Dêra Zorê bazirganiya hişbirê dikirin girtin û mîqdareke mezin a hişbirê desteser kirin.
Ev operasyon di çarçoveya xebatên ewlehiyê yên berdewam ên Hêzên Asayişê ên têkoşîna dijî hişbirê li herêmê de, pêk hat.
Hêzên asayişê di Nîsanê de, di nav bazirganî û bikarhêneran de 23 kes girtin û mîqareke mezin a madeyên hişbirê desteser kirin.



