24’ê Nîsana 1974’an balafirên şer ên rejîma Baasê ya Iraqê navçeya Qeladizê û Zanîngeha Silêmanî bombebaran kiribûn û di encamê de 467 kes şehîd bû birîndar bûn.
Îro bi çalakiyan qurbaniyên bomberbaranê hatin bibîr anîn.
Li Bîrdariya Şehîdên Qeladizê, di 51’emîn salvegera bombebarana Qeladizê de, bi beşdariya welatiyên bajarok, aliyên siyasî, partî, rayedarên hikûmetê merasîmek hate lidarxistin û deste gul danîn ser gorên şehîdan.
Piştî deqeyek rêzgirtin hejmarek berhemên hunerî hate pêşkêşkirin û rêze çalakî hatin lidarxistin.
Her wiha qûrbaniyên bombebarana Qeladizê de, bi tevlîbûna jinan û bi çalakiyên cuda jî hatin bîranîn.
Destpêkê jin li ber dengê Koma Erbanê ya Mahabad, bi meşaleyan û bi dirûşman ber bi parka bajar ya li cihê çalakiya bîranînê meşiyan.
50 jin beşdarî çalakiyê bûn ku karên xwe yên hûnerî pêşkêş kirin.
Di axaftinan de bal kişandin ser çalakiyên wiha ku jin bikarin berhemên xwe nîşan bidin.



