Ji kantona Firatê bi sedan kes gihaştin Bendava Tişrînê û ji aliyê şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ve hatin pêşwazîkirin. Nobedaran li bendavê nimêja înê kir.
Ji kantona Firatê bi sedan şênî vê sibehê bi armanca parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ber bi bendavê ve bi rê ketibû. Şênî dema gihaşt bendavê ji aliyê nobedarên ji Reqa, Dêra Zor û Tebqayê ve bi coş hatin pêşwazîkirin û bi hev re nimêja înê kir.
Girseya ji kantona Firatê ku dê çalakiya nobetê ji xelkê ji Dêra Zor, Tebqa û Reqayê ve dewr bigire.
Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çalakiya nobetê li Bendava Tişrînê bi rêxistin kiriye.
Çalakî bi biryardarî dewam dike.



