Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya zêdekirî 400 delgeyê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo dest pê kir.
Ji Rojava, Bakur, Başûr û deverên din ên Sûriyê, nûnerên partî û hêzên kurdî û Kurdistanî beşdarî konferansê bûn.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ve hat kirin.
Ji aliyê berpirsê dosyaya Sûriyeyê di dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî, berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Scott Boles, berdevkên (YNK), DEM Partî û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ve dê axaftin hatin kirin.
Nameyên ji bo konferansê hatine jî dê werin xwendin.
Her wiha dê wesîqeya lihevkirinê ya di navbera hêz û partiyên kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de were xwendin û nîqaş ser were kirin.
Piştî nîqaşan dê şeklê dawî were diyarkirin û erêkirin. Konferans dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.
Bi dehan saziyên ragihandinê yên kurdistanî û biyanî Konferansê dişopînin.



