Di axaftinên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de hate destnîşankirin ku Rojava di berxwedana Kobanê de û di vê konferansê de Kurd kirine yek.
Her wiha hate gotin ku ev yekitî dê mafên gelê Kurd misoger bike.
Li ser navê KNK`ê Zeyneb Mûradî lidarxistina konferansê pîroz kir û tekez kir ku Rojavayê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de bûye yek û îro jî “Ji bo yekkirina Kurdan careke din Kurd li hev kom kirin.”
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir jî got: “Em hewl didin ku banga birêz Abdullah Ocalan bigihînin hemû cîhanê. Me heta niha bi hemû partî û hêzên kurdistanî re gelek hevdîtin pêk anîn û bi rêya şandeya Îmraliyê me karî peyam û helwestên hêz û aliyên kurdistanî ji birêz Abdullah Ocalan re ragihînin.”
Bayindir wiha dewam kir: “Bingeha banga Rêbertî azadî û aştî ye, beriya wê jî divê em ji bo yekitiya Kurdan bixebitin. Li ser esasê vê konferansê Kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihêjin armanc û mafên xwe.”
Keskîn Bayindir peyama piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê gihand û tekez kir ku Bakurê Kurdistanê piştgiriya bêsînor dide gelê Kurd ê li Rojava.



