Bi boneya bîranîna qurbaniyên Komkujiya Ermeniyan, li paytexta Misirê Qahîreyê têkildarî nirxandina Rêber Apo ji doza Ermeniyan re panelek hat lidarxistin.
Panel bi sernavê” Doza Ermenî di ramanê Ocalan de” bi amedebûna rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedaran pêk hat.
Beşdaran pesna fikra Rêber Apo a bi banga jiyana hevbeş û beşxandinê da û wekî yek ji bavên damezrîner ên çanda beşxandin û demokrasiyê bi nav kir.
Her wekî gotin; Rêber Abdullah Ocalan yek ji bangaxwazên aştiyê li Rojhilata Navîn e.



