Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Birakê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Birakê di çarçoveya çalakiyên bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de, îro şahiyek ji zarokên şehîdan re li darxist.
Şahî li navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê bi beşdariya bi dehan zarokên şehîdan, malbatên wan, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên kantona Cizîrê hat lidarxistin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Piştre keça şehîd Dehan El Ehmed, Rênas Deham El Ehmed bi xêrhatina beşdaran kir û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.
Rênas 4’ê Nîsanê wekî roja vejîna gelan û pêkanîna xeyalên azadiyê yên gelên bindest bi nav kir.
Rênas anî ziman ku dê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şopdarên rêya şehîdan bin.
Piştre ji aliyê zarokên şehîdan ve helbest hatin xwendin û stran hatin goitn.
Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî pêşkêşî zarokên şehîdan kir.



