Wezîra Karên Hundir yê Almanya serdana Şamê kir.
Hat ragihandin di serdanê de dersînorkirina Sûriyên li Almanya ên ku tevlî sûc bûne hatiye niqaşkirin.
Wezîra Karên Hundir yê Almanya Nancy Faeser û Wezîrê Karên Hundir yê Awustralya Gerhard Karner serdana Şamê kirin.
Her du wezîran bi Wezîrê Karên Hundir yê desthilata Şamê Enis Hesen Xetab re hevdîtin pêk anîn.
Hat diyarkirin yek ji rojeva sereke ya wezîrê Alman dersînorkirina welatiyên Sûriyê ên ku li Almanya tevlî kiryarên sûc bûne.
Derbarê mijarê de wezîra Alman diyar kiriye tevî ku rewşa ewlekariya Sûriyê hê zehmet e jî lê ji bo wan mijara sereke di zûtirîn demê de dersînorkirina kesên sûcdar û îslamgir e.
Her wiha dibêje ji bo vê jî qanûnên xwe gelek hişk kirine.
Wezîra Alman Nancy Faeser diyar kir ku wan ji destpêkirina şerê li Sûriyê re deriyên xwe ji mîlyonek kesî re vekirine.



