Li ser pêşketinên dawî yên di derbarê avakirina kabîneya nû de, biryare îro carek din şandeya danustandinê ya YNK bi serokatiya Bafil Talebanî û şandeya PDK’ê bi serokatiya Mesrur Barzanî li Dukan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bicivin.
Li gorî agahiyan di civînê de wê li ser pêşketinên dawî yên di derbarê avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê de guftugo bikin.
Di rojên borî de, Qubat Talebanî ragihandibû ku gavên pir baş hatine avêtin û li gorî têgihîştina heyî, hevdîtinên di navbera YNK û PDK’ê de dê berdewam bikin û got:
“Li ser avakirina kabîneya nû ya hikûmetê, rêkeftina dawî ya di navbera PDK û YNK’ê de nêzîke.”
Hêjayî gotinêye ku ji hilbijartina di 20’ê Cotmeha 2024’an de, şandeyên danustandinê yên YNK û PDK’ê têkildarî avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê 11 caran li hev kombûne û heta niha negihiştine encamekê.



