Serokê partiya neteweperest ya Tirkiyê MHP’ê Dewlet Bahçelî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya ku 26’ê Nîsanê hate lidarxistin weke cihêkarî û li dijî yekparetiya xaka Sûriyê pênas kir.
Dewleta Tirk a dagirker ku qaşo dixwaze bi gelê Kurd re çareserî û aştiyê pêk bîne lê li hember gavên ku Kurd di mijara yekîtiya xwe û siyasî de davêjin bertekê nîşan dide.
Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî li dijî konferansê daxuyaniya ku îro da vê yekê careke din eşkere radixe pêş çavan.
Bahçelî yê ku her carê qala biratiya Kurd û Tirkan ya hezar salî dike Konferansa Yekîtî û Yekhelwesta Kurdî weke cihêkarî û provakasyon bi navkir.
Bahçelî yê ku heman zimanê desthilata Şamê bikaranî wiha dibêje;
“Li bajarê Qamişlo yê Sûriyê bi piştgiriya Amerîka û Fransayê di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiyê ku bi rêxistinkirina PYD’ê û ENKS’ê pêk hat, daxwazên cihêkar hatine ziman û bîryarên li dijî yekparetiya xaka Sûriyê hatine girtin.”
Bahçeliyê ku leza xwe nagire, hê pêşde diçe, ji DEM Partiyê jî dixwaze li dijî vê yekê helwestê nîşan bide.
Bahçelî ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo ti gav nehatiye avêtin, careke din bang li PKK’ê jî kir ku kongreya xwe bicivîne, xwe fesih bike û çekan radest bike.
PKK’ê jî gotibû ku şert û mercan peyda bikin da ku Kongreya xwe li dar bixin û Rêber Abdullah Ocalan van biryaran bide.



