Bûyreke ku kêmcaran çêdibe qewimî ye.
Balafireke Amerîkayê winda bûye.
Balafira şer ya F-18 ya Amerîkayê kete nava Behra Sor û winda bû.
Komkeştîya (Fîlo) Amerîkayê ragihand balafira şer ya F-18 a bi navê Super Hornet dema li ser keştiya şer a bi navê USS Harry S. Truman dikişandin embarê kete nava Behra Sor û piştî wê jî winda bû.
Ev balafira ku di hedefa Husiyan de bû bihayê 60 mîlyon dolar e.
Hat ragihandin derbarê buyerê de lêpîrsîn hatiye destpêkirin.
Çapemeniya Amerîkayê eşkere kir, dema keştiya şer bi lez manewra dikir balafir jê ket xwarê.
Li gorî pisporan jî ji bo ku keştî xwe ji êrişên fuzeyan biparêze dema çiv dida xwe balafir jê ketiye.
Lê Husiyên li Yemenê jî ragihand ku wan bi drone û fuzeyan êriş birine ser keştiya şer ya Amerîkayê a li Behra Sor.



