Şerê li gundewarê Şamê li ser asta cîhanê jî cihê xwe girt.
Îsraîlê dinava rojê zêdetirî 5 caran ji ezmanî ve êrişî çekdarên Şamê kir.
Îsraîlê got ku wan hişyarek dan desthilata Şamê da ku zirar negihêje Durziyan.
Serokê Tirkiyê Erdogan jî da zanîn ku armaca êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyê têkbirina aramiya heyî ye.
Îro Îsraîlê bi awayeke rasterast desteka durziyan kir û êrişî kombûnên leşkerî yên desthilata Şamê kir.
Îsraîlê bi balafirên şer û yên bêmirov 5 caran li Ceremana û Sehnaya êrişî çekdarên Şamê kir.
Wezareta Hundirîn a desthilata Şamê bi daxuyaniyekê ev yek piştrast kir û eşkere kir ku leşkerekî wan hatiye kuştin.
Îsraîl: Me hişyarî da desthilata Şamê da ku zirar negihêje Durziyan
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û wezîrê parastinî Isreal Kats hişyarî da Şamê û got ku artêşa Îsraîlê êrişî xaleke tundrewan ku dixwstin êrişî Durziyan li Sehnaya bikin, kir.
Li gorî wan, Îsraîlê hişyarî dane desthilata Şamê da ku bi erkê xwe rabe û rê li ber tundiya li dijî durziyan bigre.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee diyar kir ku ji bo parastina durziyan ew ji nêz ve rewşê dişopînin, her wekî destnîşan kir ku fermandariya Israîlê biryar daye wê bi tundî bersivê bide.
Şam: Em destdirêjiya Îsraîlê di nava Sûriyê de qebûl nakin
Wezîrê karê derver yê desthilata Şamê Hesen El-Şîbanî nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir ku destdirêjiya Îsraîlê dinava xaka Sûriyê de nayê qebûlkirin-
Erdogan: Armanca êrişa Îsraîlê li dijî Sûriyê têkbirina aramiyê ye
Serokomar Tirkiyê Receb Teyib Erdogan jî êrişî tevgera Israîlê kir û got ku armanca êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyê têkbirina aramiya heyî ye.
Erdogan gef xwar ku ji bilî Sûriyek yekgirtî, ew nahilên tu hêz li Sûriyê zindî bibe



