Di van demên dawiyê de şer li Sûdanê giran buye.
Neteweyên Yekbuyî ragihand di nava 3 hefteyan de zêdeyî 540 kes hatine kuştin.
Hate diyar kirin şer û pevçûn li bajarê El-Faşer ê li rojavayê welêt dewam dikin.
Li gorî NY’ê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên girêdayî General Mihemed Hemdan li dijî bajarê El Faşer û kampa bi navê Abu Şuk êrîş pêk anîne.
Hate ragihandin ku di encama êrîşên dawî de herî kêm 40 welatiyên sivîl hatine kuştin.
Li aliyê din hat diyarkirin Hêzên Piştevaniya Lezgîn di şerê navxweyî yê li gel artêşê de êrîşên xwe yên li ser herêma Darfurê zêde kirine.
Komîserê Pilebilind yê NY Volker Turk jî ragihand li herêma bakurê Darfur a Sûdanê di nava 3 hefteyên dawî de herî kêm 542 welatiyên sivîl hatine kuştin.
Hate diyarkirin ku zêdetirî 400 hezar welatiyên sivîl jî bi darê zorê ji cih û warên wan hatine derxistin.
Şerê li Darfurê rê li ber bobelateke mezin vekiriye û rayedarên NY’ê jî banga destwerdana lezgîn a navneteweyî kirin.



