Çalakiya nobetê ya Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 653’an de bi koma 128’an bi biryardariyek xûrt berdewam dike.
Merasîma dewrgirtinê bi beşdariya çalakvanan û xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê koma 127’an Kendal Teyî axivî.
Kendal Teyî tecrîda girankirî ya li ser Rêbe Apo şermezar kir û banga aştî û civaka demokratîk bibîrxist got:
“Cîhanê giştî pêvajoya Rêbertî dayî destpê kirin pejirand.
Lê mixabin li beramberî wî dewleta Tirk ti gavek ne avêtiye.”
Di dawiya axaftinê de Kendal Teyî, 1’ê Gulanê pîroz kir û şifaya lezgîn ji endamê şandeya Îmraliyê Siri Sureya Onder re xwest.
Piştî axaftinan koma 652’an bi durişmeyan çalakî dewrî koma 653’an kir.


