Parlementoya Ewropayê di rapora xwe ya îsal a derbarê Tirkiyê de qala girîngiya dîrokî ya banga Rêber Apo kir û bang li meclisa Tirkiyê jî kir ku ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd pêvajoyeke berfireh bide destpêkirin.
Di rapora Parlementoya Ewropayê ya derbarê Tirkiyê de girîngiya pêvajoya aştî û çareseriyê ya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo hatiye destpêkirin hate nirxandin.
Di raporê de tê gotin ku “Banga Abdullah Ocalan ya li PKK’ê ya ji bo beşdarbûna nava pêvajoya aştiyê cihê kêfxweşiyê ye û dîrokî ye.
Ev yek xwedî wê hêzê ye ku şerê 40 salan ku bû sedema mirina zêdeyî 40 hezar kesî bi dawî bike.”
Di raporê de qala girîngiya serdanên şandeya DEM Partî yên li Îmraliyê û hevdîtinên bi partiyên din yên sîyasî re tê kirin û ev yek weke firsendeke girîng tê nirxandin.
Her wiha ji meclisê jî tê xwestin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê pêvajoyeke berfireh bide destpêkirin.



