Bêdengiya Tikiyê û berdewamkirina êrişên wê li ser gerîlayên ku di agirbestê de ne.
Artêşa Tirk her roj êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.
Bi obusan, tankan û topan an jî çekên kîmeyewî û qedexekirî êrîşê dibe ser tunel û çeperên berxwedanê.
Gerîla jî li gel van êrîşan jî di pozîsyona agirbestê de ne.
Rêber Apo di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi rêya DEM Partiyê ji raya giştî û cîhanê re belav kir.
Ev bangê bi dawiya pêvajoya 52 salan û destpêka dema civaka demokratîk hat pênasekirin.
Banga Rêber Apo bi ‘Banga sedsalê’ li cîhanê hat bi navkirin.
PKK’ê jî di 1’ê Adarê de li ser vê bangê agirbest ragihand.
Rastiyên berbiçav bi awayekî zelal nîşan didin ku ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ dikare bi serkeftî bi cih bê.
li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibe.
Her wiha ji bo pêşxistina tevgera demokratîk a navneteweyî, divê Rêber Apo bi rengekî zelal fizîkî azad be.
Di 1’ê Gulanê li ser banga Rêber Apo PKK’ê agirbest ragihand
xwedî şert û mercên kar be û hevalên xwe jî di nav de karibe bêyî astengî bi her kesî re têkiliyê dîne.
Piştre HPG’ê jî daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku wê li gorî agirbestê tevbigere.
HPG’ê ragihand ku wê hêzên wan li hember êrişan de bersiva pêwîst bidin ku ev yek jî mafekî bingehîn e.
Lê dewleta Tirk kete pozîsyoneke welê ku weke şer dixwaze.
Heta roja îro êrişê xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.
ji Gerîla re bangên weke ‘Werin teslîm bibin’polîtîkaya înkar û îmhayê dewam kir.
Artêşa Tirk di 2 mehan de nêzî 20 hezar car êrişî Gelîlayên di agirbestê de kir
Desthilatdariya AKP’ê ku xwest pozîsyona agirbestê ya gerîla ji xwe re bike firsend, meha Nîsanê jî di şer de israr kir.
Artêşa Tirk a dagirker di nava 2 mehan de 20 hezar û 982 caran êrîşî gerîlayên ku di pozîsyona agirbestê de kir.
Di êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên bi SÎHA de li Garê 2 gerîla şehîd bûn.
Meha Nîsanê ji aliyê Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ve nasnameya 2 gerîlayên jin hate eşkerekirin ku bi çekên kîmyewî şehîd hatin xistin.
Artêşa Tirk pozîsyona agirbestê weke lawaziyekê şîrove dike.
Hewl dide vê yekê di organên xwe yên medyayê de bi vî rengî nîşan bide û konsepteke tasfiyeyê ya nû ferz bike.
Ji ber ku dewleta Tirk hîn dest ji şer bernedaye.
Gerîla jî li gel van êrîşan hemûyan di pozîsyona agirbestê de ye.


