Sempozyûma Hunerên Şêwekariyê ya Pêncemîn li Tebqa hat lidarxistin.
Derfetek girîng ji hunermendan re peyda kir ku bi tabloyên xwe peyamên biratî di navbera hemû civakên Sûriyê de ragihînin.
Sempozyûm di 3’yê Gulanê de bi dirûşma “Ber bi rîtma rengên Sûriyê ve” dest pê kir.
Ji seranserî Sûriyê Hunermend beşdarî sempozyûmê bûn.
Di destpêkê de şewekar Muhannad Ala Eldîn ê ji Laziqiyê got:
“Ez weke hunermendekî ji Laziqiyê vê gava ku Rêveberiya Xweseravêt dinirxînim.
Ev çalakî têgihîştina kollektîf li seranserî Sûriyê bi pêş dixe.”
Her wiha şêwekara ji Quneytrayê Zemzem El Hec jî ev forum wek platformek ji bo jinên azad nirxand û wiha got:
Ev sempozyûm platformek e ku jin bi awayekî azad çanda xwe û ramanên xwe nîşan bibidn.
Sûriya resen ew e ku guh dide jinan.”
Di dawiyê de şêwekara ji Kobanê Îlham Îsa jî hewl dide ku dengê berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihîne hemû gelên Sûriyê û got:
“Min xwest bi tabloya xwe berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ewlehiya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe pêk tîne, ragihînim.”



