Li kantona Reqayê di dema xebatên temîrkirinê de tankeke sotemeniyê teqiya. Karkerekî jiyana xwe ji dest da û 2 karker jî birîndar bûn.
Li bajarê El Kerame li rojhilatê kantona Reqayê di dema xebatên temîrkirinê de tankeke sotemeniyê teqiya.
Di encamê de karkerek li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 2 karker jî bi giranî birîndar bûn.
Tîmên agirkujiyê şewat kontrol kir. Her du birîndar jî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.



