Saturday 2026/06/13
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Hêrsa li hember tayînkirina kujeran; ji doza Hevrîn Xelef re edalet hat xwestin

May 8, 2025
in JIN
A A
Hêrsa li hember tayînkirina kujeran; ji doza Hevrîn Xelef re edalet hat xwestin
Share on FacebookShare on Twitter

Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Edaleta Civakî û Kongra Star biryara desthilata Şamê ya tayînkirina çeteyê qatilê Hevrîn Xelef wek fermandar, şermezar kir û daxwaza edaletê kir.

Bertekên li dijî biryara desthilata Şamê ya tayînkirina çeteyê qatilê Hevrîn Xelef, Hatim Ebû Şeqra wek fermandarê Firqeya 86’an zêde dibin.

Bi dehan endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Hesekê li Parka 4’ê Nîsanê ya li bajar kom bû û daxuyanî da.

Hevseroka meclisa partiyê Hêvîn Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, tayînkirina çete Ebû Şeqra bêrêziya li hember rûmeta qurbaniyan e û dihêle ku sûcdar ji cezayan bifilitin.

Hate destnîşankirin ku tayînkirina kesek ku destê wî di binpêkirinan de de hebe, sûcek li dijî mirovahiyê ye, derbeyek li dijî pîvanên edaletê y, di heman demê de şikandina hêviyên gelên Sûriyê ye.

Di daxuyaiyê şehîd Hevrîn Xelef wek sembola aştiyê û nimûneya aştiya navxweyî hat binavkirin. Hate gotin, qetilkirina wê hewldaneke ji bo şikandina îradeya jinên azad e.

Her wiha bang li desthilata Şamê û rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan hat kirin ku çete Ebû Şeqra sewqî dadgeha cezeyan a navneteweyî bikin.

Di dawiyê de ev peyam hate dayîn: “Em soza xwe ya bi rihê şehîd Hevrîn Xelef û tevahî şehîdên azadî û aştiyê nû dikin.
Em dê bazaran li ser xwîna şehîdan nekin. Em ê têkoşîna avakirina sûriyeyeke demokratîk a nenavnedî bidomînin.”

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê endamên Partiya Sûriya Pêşerojê bi heman armancê daketin qadan û ji doza Hevrîn Xelef re edalet xwest.

Di çalakiyê de alên Partiya Sûriya Pêşerojê û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef hatin hildan hatin vekirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Rîm Milhim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Tayînkirina çete Hatim Ebû Şeqra wek fermandarê komeke leşkerî hewldaneke erzan a zivirandina li qanûnên navneteweyî û binpêkirina mafên mirovan û pêvajoya edaletê ye.”

Di daxuyaniyê de bang li desthilata Şamê hat kirin ku biryarê betal bike û kujerê Hevrîn Xelef û kesên ku destê wan di sûcan de heye sewqî edaletê bike.

Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Firatê jî daxuyaniyek li ber avahiya xwe ya li Kobanê da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan û rêxistinên jinan ji aliyê hevseroka meclisê Rewşen Hacim ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tayînkirina çete Ebû Şeqra ku sûcên mezin li dijî mafên mirovan û sûcên şer kirine, bi taybetî li dijî jinên Êzidî, binpêkirina pîvanên hiqûqî û qanûnên navneteweyî ye.

Hate destnîşankirin ku tayînkirina çete Ebû Şeqra ku di lîsteya cezayan a DYA’yê de, di asta exlaqî û qanûnî de nayê qebûlkirin.

Bang li desthilata Şamê hat kirin ku ji biryara tayînkirina çete Ebû Şeqra vegere û wî sewqî edaletê bike.

Di dawiyê de hate gotin, heya pêkanîna edalet û demokasiyê dê şopandarên rêya şehîdan bin.

Rêxistina Kongra Star a Kantona Firatê jî bi amadebûna bi dehan jinan li Qada Jina Azad a li Kobanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Kirîstîna Mûrad Arşîva û bi erebî jî ji aliyê endama Kongra Star Zeyneb Welîd ve hat xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di şexsê hevrêya me şehîd Hevrîn Xelef de em tevahî şehîdên şoreşa jinan û tevahî cangoriyên hevjiyana azad bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.

Em soza berdawamkirina xeta wan didin ta bigihêjin aştiyê û civakeke demokratîk, exlaqî û polîtîk.

Şoreşa me ne tenê şoreşgeke leşkerî ye, lê şoreşeke civakî, siyasî û stratejîk a li hemberî hişmendiya dagirker, qirkirin, tunekirin, tecawizkirin û binpêkirina mafên jinan e.”

Di daxuyaniyê de tayînkirina qatilê Hevrîn Xelef çete Hatim Ebû Şeqra bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin: “Em bang li rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên jinan û saziyên dadmendiyê dikin ku vî kesî ceza bikin.

Heta ku em hesap ji kujere Hevrîn Xelef bixwazin em têkoşîna xwe mezin bikin.

Em bang li tevahi jinên cîhanê dikin ku li hember wî kesî rabin.

Cihê kujerên jin û zarokan di nava me de nîn e.”

Previous Post

NÛÇE

Next Post

DEM Partî derbarê nûçeyên li ser Sûîqesta li dijî Onder daxuyanî da

Weşana girêdayî

YJK-S : Em tevli çalakiyê greva jinan bibin û piştgirî bidin YPJ
JIN

YJK-S : Em tevli çalakiyê greva jinan bibin û piştgirî bidin YPJ

Li dijî kuştina jinan li Dêrsimê çalakî hat lidarxistin
JIN

Li dijî kuştina jinan li Dêrsimê çalakî hat lidarxistin

Dîcle Ayşegul: Ji ber kujer nayên ceza kirin bûyerên kuştinê zêde dibin
JIN

Dîcle Ayşegul: Ji ber kujer nayên ceza kirin bûyerên kuştinê zêde dibin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye