Hêzên asayişê ragihand ku hinek çekdarên nenas êrişî rêbendekî wan kiriye û reviyane.
Li gor daxuyaniyê, ev êriş li dij rêbendê li bajaroka Hewayic Zîbanê pêk hatiye, lê tu ziyan li hêzên wan nebûye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên asayişê eşkere kir ku piştî vê bûyerê êdî hêzên wan dest bi lêgerînê kiriye da ku van êrişkarên tirsonek bibînin.
Hêzên asayişê got ku di dema dawiyê de êrişên terorane ku DAIŞ pêk tîne zêde bûne û ev jî di çarçoveya wan de pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku duh bi şev jî komeke girêdayî çeteyên DAIŞ’ê êrişek li dij xaleke wan a kontrolê pêk anî û yekser bersiv hatiye dayîn.
Li gor Hêzên asayişê DAIŞ hewl dide aramî û ewlehiya herêmê tê bibe û êrişên xwe zêde dike.
Her wekî piştrast kir ku ew ê bidin dû van bermahiyên terorê, aramî û parastina welatiyan li hemû herêman xurtir bikin,



