Çalakvanên Sûriyeyê destnîşan kir ku şer û pevçûnên niha yên di navbera komên çekdar de nakevin xizmetî Sûriyeyê nû, berevajî aloziyê kûrtir dikin û gotin:
“Pêdiviya Sûriya nû bi tevkariya niştîmanî ya rastîn heye. “
Parêzer û çalakvanê siyasî yê Siwêda Macid Wehbê li ser vê mijarê axivî.
Macid Wehbê diyar kir ku desthilata Şamê xwedî li hêviyên gelê Sûriyê.
Armancên şoreşa Sûriyê ya sala 2011’an derneket û got:
“Pevguherîna dîktatorekî bi yekî din ku qaşo îdiaya demokrasiyê de û xwedî xîtabeke olî û mezhebî ye, tu welatan ava nake.
Welat bi hişmendiya dewletê ne bi ya kînê û parçebûnê tên avakirin.
Armanca me dewleteke sivîl a demokratîk a li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê, ku ji bo wê canê xwe feda kiriye ye.”
Her wiah Çalakvanê siyasî û hiqûqnas Silêman Kifêrî jî destnîşan kir ku berdewamkirina xîtaba mezhebî nakeve xizmetî vegerandina baweriya Sûriyan bi desthilatê.
Silêman Kifêrî wiha dawî li gotinê xwe anî:
“Êrişên ku niha ji aliyê komên çekdar nakeve xizmetî projeya Sûriya nû, berevajî aloziyê kûrtir dike.”



