Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo çav li ser lidarxistina kongra PKK’ê bûn.Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan eşkere kir ku Kongreya PKK’ê kom buye û dibe ku her kêlî bê ragihandin.
Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê lidarxist.
Ayşegul Dogan destpêkê Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Surreya Onder bibîranî û diyarkir ew hewldana buyera reşkujiya li dijî Onder ya ku 2’yê Nîsanê pêk hatibû bi baldarî dişopînin.
Berdevka DEM Partî têkildarî lidarxistina kongreya PKK’ê jî axivî diyar kir kongre kom buye û dibê her kelî were ragihandin.


