Salvegera 80. ya serketina Yekîtiya Sovyetan ya li dijî Almanya a Hîtler hat pîroz kirin.
Bi boneya 9’ê Gulanê roja serketinê li Meydana Sor merasimeke bi heybet hat lidarxistin.
Îro ango 9’ê Gulanê salvegera serketina mezin ya Yekîtiya Sovyetan e.
Di şerê cîhanê yê duyemîn de hêzên Sovyetan li dijî rejîma Nazî ya Almanya bi serketin.
Li Meydana Sor merasimeke bi heybet hate lidarxistin û tevî serokdewletê Rûsyayê Vîlademîr Pûtîn, gelek serokên dewletan jî beşdar bûn.
Hat ragihandin nêzî 7 hezar mêvanên ji derve jî beşdarî merasimê bûne.
Ji 13 welatan yekîneyên merasimê meşiyan Meydana Sor.



