Her wekî li Dêra Zorê jî jin metirsiyên xwe derbarê kiryarên desthilata Şamê de tînin ziman.
Jinên li Hecînê dibêjin beyî adalet û wekheviyê pêşeroja Sûriyê tuneye.
Jinan di nêrînên xwe de balê dikşînin êrîşên li ser pêkhateyên Sûriyê.
Piştî hilweşîna rêjîma Baasê ya di 8’ê Kanûna 2024’an de, bi destê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şamê, bi serkêşiya Ehmed El-Şeraa Sûriye ket pêvajoyek nû.
Jinên kantona Dêrazorê hişyarî dan ku bêxemiya berdewam a navneteweyî, dikare rê li ber perçebûn û tundiyê veke.
Muna El-Ewîd go: “Geşedanên dawî yên li welêt pir nîgeran in, bi taybetî derbarê fikarên ku hin pêkhateyên civaka Sûriyê, wek civakên Elewî û Durzî, di qonaxeke veguhêz a hesas de dijîn.
Civaka Elewî ji ber têkiliyên xwe yên dîrokî yên bi rejîma berê re, barekî giran hildigire û ji senaryoyên potansiyel ên tolhildan an jî dûrxistinê bi fikar e.
Civaka Durzî ji ber aloziyên ewlehî û rewşa erdnîgarî di rewşek hesas de dijî.
Bêyî edalet û wekheviyê pêşeroja Sûriyê tuneye.”
Muna El-Ewîd diyar kir ku jin bawer dikin ku parastin ne bi riya tirs û tecrîdê, bi riya diyalog û vekirîbûnê pêk tê û wiha domand:
“Girîng e ku projeyek neteweyî ya berfireh were amadekirin ku mafên hemû Sûriyan bêyî cudakarî an jî dûrxistinê mîsoger bike û nirxên edalet, rûmet û aştiyê saz bike.
Divê gotinên nefretê û mezhebperestiyê derbas bikin.
Hewcedarî bi hev re xebitîna ji bo avakirina welatekî berfireh ku hemû pêkhateyên xwe dihewîne û ewlehî û pêşerojek ji wan re peyda dike.”
Hevseroka Ofîsa Xizmetguzeriyê ya Meclîsa Gel Nehla Elewî got ku pêkhateyên Elewî û Durzî bi binpêkirinên sîstematîk re rûbirû dimînin û wiha pê de çû:
“Bêyî belgekirina têrker a van sûcan di medyayê de an jî bi awayek qanûnî, ev hat kirin.
Çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk di pêkanîna van êrîşan de tewanbar in.
Jinên Sûriyê bi binpêkirinên eşkere rûbirû dimînin.
Ev kiryar ne tenê wek kaosa şer, wek beşek ji siyaseteke tepeserkirinê ye ku armanc dike jinan bêdeng bike û tevna civakê hilweşîne.
Êrîşên li ser kêmneteweyan û tundiya li ser jinan ji bo hilweşandina nasnameya cihêreng a Sûriyê tên bikaranîn.”



