Komîteya Kevana Zêrîn şehîd Hozan Mizgîn bi bîr anî û da zanîn ku şehîd Hozan Mizgîn hem bi huner hem bi têkoşîna xwe bû dengê gel, şoreşger û hunermendeke nemir.
Komîteya Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê bi daxuyaniyekê hunermend û gerîla Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) a ku 11’ê Gulana 1992’an li Tetwanê şehîd bû, bi bîr anî.
Kevana Zêrîn di destpêka daxuyaniyê de jina têkoşer û çeleng şehîd Hozan Mizgîn, bi eşq û bi hezkirineke bê dawî bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku şehîd Hozan Mizgîn di avakirina Huner-Kom û binesaziya Koma Berxwedanê bi Hozan Sefkan re pêk anî. Ew jina kar û helwestên yekeman bû.
Stranên wê ji Kurdistaniyan re hêvî, hêz û moral lê ji dijmin re xeteriya herî mezin bû.
‘Lo hevalno’ hesreta hevalan, ‘Gundîno hewar’ banga şaneya herî zelal a civakê, bi strana ‘Newroz’ vejîna qadên Newrozê, bi ‘Çemê Hêzil’ êşa ji destdana hevalan olan li nav welêt anî.
Kevana Zêrîn anî ziman ku şehîd Hozan Mizgîn hozana şer û huner û jiyana civaka xwe ye. Jineke, şoreşgereke û hunermendeke nemir e û wiha anî ziman:
Bi hezkirina rast a civaka xwe, erkê xwe yê dîrokî di ber civaka xwe de bêyî dudilî pêk aniye.
Bi hunermendane honandina azadî û serkeftinê soz û peymana me ye.



