Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Hindistan û Pakistanê li ser agirbestê lihevkirine û dibe êrîşên dijberî hev bisekinînin.
Serokê Amerîkayê Donald Trûmp li ser hesabê xwe yê Truth-Social’ê eşkere kir ku bi navbeynkariya Emerîkayê, Hindistan û Pakistanê li ser ‘agirbesteke tam û yekser’ lihev kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 22’ê Nîsana îsal li Keşmîrê êriş pêk hat, di encamê de 26 geştiyar hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Wê demê Hindistanê ragihand ku destê Pakistanê di pişt êrişa li ser geştiyarên Hindî de heye.
Her çiqas Pakistanê ev îdia red kir jî, lê şeva 6 Gulanê, Hindistanê bajarê Muzefar Abad yê Pakistanê bombebaran kir.
Pakistanê jî bi muşekan bersiv da û baregehek leşkerî ya Hindistanê bombebaran kir.
Ji wê demê ve her du welat bi muşek û balafirên şer êrişî hev dikin û di encamê de ji her du aliyan bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.



