Meclisa Kombûna Jinanên Zenûbiya bi sernavê “Sîstema Hevserokaytiyê û Girîngiya Wê di Avakirina Sûriya Nû de” semînerek li Dêra Zorê li dar xist.
Jinên ku beşdarî sermînerê bûn pesna sîstema hevserokatiyê di nava saziyên Rêveberiya Xweser de dan û xwestin ku li seranserî Sûriyê were pejirandin.
Di Semînerê de bal hat kişandin ser têgeha pergala hevserokatiyê û girîngiya wê ji bo pêşxistina tevlîbûna demokratîk û pêkanîna wekheviya zayendî di qadên biryardayînê de.
Endama desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a kantona Dêra Zorê Rehma El Elî رحمة العلي behsa sîstema hevserokatiyê kir û got:
“Sîstema hevserokatiyê li herêmên Rêveberiya Xweser tê pêkanîn.
Armanc ew e ku rê li ber desthilata yekalî were girtin û hevbeşî di navbera jin û mêr de pêk were.
Ev sîstem regezên demokrasiyê xurt dike û derfetên stemkarî û gendeliyê kêm dike.
Di dawiya gotûbêjan de beşdaran tekezî li ser girîngiya pêkanîna vê modelê di Sûriya nû de kir, da ku baweriya welatiyan bi saziyan xurt bibe.



