Tevî ku hilbijartina parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê pêk hatine jî, lê hîna hikûmet nehatiye avakirin.
Çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser neavakirina hikûmetê axivî û gotin:
”Avanekirina hikûmetê bandorek nerênî li ser welatiyan kiriye”.
Di 20’ê Cotmeha 2024’an de hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê piştî bi caran hate paşxistin, hate lidarxistin.
Tevî derbazbûna nêzî 7 mehan jî, ji ber nakokî û pirsgirêkên navxweyî, hîna hikûmet û kabîneya nû nehatiye avakirin.
Çavdêrê siyasî Silêman Wertî da zanîn ku ger li gor yasayên cîhanî lê were temaşekirin neavakirina hikûmetê heya niha ne tiştek asayi û yasayiye û got:
33 salin lê heta niha desturek me nîne. Destûr, yasa û parlemento wek lastîkê ye, çawan bixwazin her yek bi aliyê xwe ve dikêşe.
Yanî li vî welatî ne yasa rol heye nejî destûr heye.
Çavdêrê siyasî Bekir Elî jî wiha anî ziman:
Civîn li pey civînê tê kirin, lê nekarîne bigihin encamek.
Welatî bê hêvî bûne, her çiqas destpêkê hêviya gel ji avakirina hikûmeta nû hebû, lê tiştek wisan çênebûye.
Pêwîste li ser hikûmetê bi taybetî jî her du partiyên desthilat (PDK-YNK) li ser postan li hev bikin.


