Rêxistina Tendirustiya Cîhanê derbarê rewşa mirovî li Sûriyê hişyarî da.
Rêxistinê ragihand, pêdiviya nêzî 16 milyon kesan li wî welatî bi alîkariyên lezgîn ên tendirustî û mirovî hene.
Rêveberê Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) Tedrûs Adnahûm Gîbrîsos li ser malpera xwe a X’ê der basê rewşa tenduristiyê daxuyaniyek da.
Tedrûs Gîbrîsos ragihand alîkariyên aborî yên herî dawiyê ku sê milyon dolarên sindûqa navendî ya li hawarhatinê ya Netweyên Yekbûyî, alîkariyên tendirustî peşkêşî zêdetirî 500 hezar sûriyan kirine..
Her wekî got ku tevî vê jî, pêdiviya nêzî 16 milyon kesan li wî welatî bi alîkariyên lezgîn ên tendirustî û mirovî heye.”
Tedrûs Gîbrîsos ji aliyên peywendîdar xwest ku alîkariya gelê Sûriyê bikin ji bo ku jiyana wan nekeve metirsiyê.
Li aliyê din Rêxistina Pijîşkên Bê Sînor ragihand, ji ber biryara Serokê Amerîkayê ji bo kêmkirina alîkariyên darayî yên rêxistinên mirovî li Sûriyê, 150 navendên tendirustiyê li wî welatî hatin girtin
Her wiha zirar gihiştiye çar milyon û 400 hezar sûriyan, ji ber vê, rêxistinê daxwaza zêdekirina alîkariyên darayî kir.



