Serokê DYA Donald Trump bang li Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskî kiribû ku pêşniyara Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn a hevdîtina li Stenbolê qebûl bike.
Zelensky ragihand ku wî pêşniyar qebûl kiriye û got:”Ez ê roja pêncşemê li Tirkiyê li benda Pûtîn bim.”
Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn pêşniyar kiribû ku di 15’ê Gulanê de li Stenbolê li gel Ukraynayê hevdîtinê bêyî şert û merc û yekser ji nû ve dest pê bikin.
Serokê DYA Donald Trump ji bo pêşniyara navborî gotibû:
“Divê Ukrayna demildest qebûl bike. Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn naxwaze li gel Ukraynayê hevpeymaneke agirbestê bike.
Ew dixwaze li şûna vê roja Pêncşemê li Tirkiyê civînek çêbibe û di wir de ji bo dawî li şerê xwînî were anîn muzakere bike.”
Piştî van bangawaziyan Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da.
Zelenskî diyar kir ku ew ji sibê û şûn de li benda agirbesteke tam û mayinde ne û wiha dawî li peyama xwe anî:
“Ez ê roja pêncşemê li Tirkiyeyê li benda Pûtîn bim.”



