Îro şandeyên Ûkrayna û Rûsyayê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hevdîtinên li ser aştiyê pêk anîn.
Bi beşdariya şandeyeke Tirkiyê civîneke sêalî hat lidarxistin.
Civîn li qesra Dolmabahçeyê pêk hat.
Civîna ku saetek 45 deqe dewam kir Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi rêvebir û Serokê MÎT’ê jî beşdar bû.
Beriya wê jî civîna sêalî ya Amerîka, Tirkiye û Ûkraynayê pêk hat.
Ji şandeya Rûsyayê re Şêwirmendê Serokdewletê Rûsyayê Vîladimîr Putîn, Vladimir Medinskiy û ji şandeya Ûkraynayê re jî Cîgirê Wezîrê Karên Derve Sergiy Kyslytsya serokatî kir.
Di vekirina civînê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan diyar kir du rê li pêşiya wan hene, an wê pêvajoya aştiyê were destpêkirin an jî wê hê zêde rê li ber hilweşînê û kuştinan bê vekirin. Fîdan da zanîn ku divê her alî ji bo vê yekê bîryarê bidin.
Şerê Rûsya û Ûkraynayê ji 24’ê Sibata 2022’an ve berdewam dike. Di vî şerî de herêmên Ûkraynayê Donetsk, Luhansk, Xerson û Zaporijya ketin bin kontrola Rûsyayê.



