Duh serokê desthilata Şamê bi Serokkomarê Tirkiyê Receb teyib Erdogan re civiya.
Her du aliyan li ser xurtirkirina têkiliyên di navbera her du welatan li hev kirin.
Serokê desthilata Şamê ji aliyê Erdogan li Stenbolê hate pêşwazîkirin.
Paşê her du alî bi hev re civiyan.
Ofîsa Peywendiyê a serokatiya Tirkiyê hurguliyê civînê ji raya giştî re parve kir.
Li gorî wê, Serokê Tirkiyê Erdogan teqez li ser serweriya Sûriyê, rêveberî û artêşê kir.
Her wiha Erdogan da zanîn ku ew ê piştgiya Sûriyê di hemû warî de bikin.
Erdogan êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyê şermezar kir û got ew ê her dem dijî van êrişan bin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê desthilata Şamê Ehmed El-Şeri jî, spasiya keda Tirkiyê da.



