Kongreya Awarte ya 23. a KNK’ê ku duh li Hollandayê destpêkir bi dawî bû.
Di kongreyê de li ser gelek mijaran niqaşên berfireh hatin kirin. Zeyneb Mûrad û Ehmed Karamûs careke din weke Hevserokên KNK’ê hatin hilbijartin.
Di roja 2’emîn ya kongreya KNK’ê de, Konseya Rêveber hilbijartina xwe lidar xist.
Hevserokên KNK’ê Zeynep Murad û Ehmed Karamus ku jinûve hatin hilbijartin.
Zeynep Murad diyar kir dema nû de berpirsyariyên giran û dîrokî li pêşiya wan e û got,
“Ji bo destketiyên gelê Kurd ên di vê sedsalê de mayînde bibin, pêvajoyeke zehmet li pêşiya me ye ku xebatên neteweyî hîn zêdetir bi disiplîn bên meşandin û zemînê dîplomatîk were xurtkirin.”
Ehmed Karamus jî ev gotin kir: “Ev pêvajo pir hesas e. Em ê di 2 salên pêşiya xwe de ji bo xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyî, di têkiliyên dîplomasî û navneteweyî de ji bo temsîl-kirina gelê Kurd bixebitin.”


