Li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê, tevger û saziyên sivîl li dijî kiriyarên qeyûmên AKP’ê daxuyaniyek dan û diyar kirin ewê têkoşîna xwe li hember tundiyê geştir bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê, ji bo piştevaniya hiqûqî ya bi jinan re bi Baroya Wanê re peymanek “Alîkariya edlî ya jinên bûne mexdûrên tundiyê” mohr kir bû.
Qeyûmê ku di 15’ê Sibatê de li şaredariyê hatî tayînkirin ev biriyar betal kir.
Li dijî vê kiriyarê bi pêşengiya jinên hev şaredariya Wanê daxuyaniyek hate dayîn.
Endamên platforma Jinan yên baroyê, partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.
Li wir parêzer Fatma Ulgen diyar kir ku ev kiriyar yekser rûmeta mirovan hedef digire û got:
“Ev biryar ne tenê kirariyeke betalkirinê ya burokratîk e.
Lê ev biriyar erêkirin û rewakirina sûcê li dijî jinane.”
Her wekî Fatma destnîşan kir ku mafê xwegihandina edaletê yê jinan nabe ku bi qurbanî hesabên siyasî û ewê destûrê nedin ku jin ji alîkariya hiqûqî bêpar bên hiştin.
Di dawiya daxuayniyê de jinan soz dan ku ewê li her qada jiyanê têkoşîna li dijî tundiyê xurt bikin û mafê jinan biparêzin.



