Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG-NRÇ’ê şoreşgera enternasyonalîst a mezin Tîjda Zagros bi bîr anî.
HPG-NRÇ’ê anî ziman ku Hevrêya wan Tîjda baweriya xwe bi Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê ya Rêber Apo anî û wiha got:
“Tîjda navê xwe bi rengekî welê li dîroka têkoşîna azadiyê ya gelan nivîsî ku ti carî jê neçe, em jî soza şopandina riya şehîdan û pêkanîna armancên wan didin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê şoreşgera Enternasyonalîst Tîjda Zagros (Kelly Freygang) bi bîr anî.
HPG-NRÇ anî ziman ku tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji destpêkê û vir ve karaktera xwe ya tevgera enternasyonalîst parast, mezin û gerdûnî bû û got:
Şoreşa enternasyonalîst a mezin hevrêya me Tîjda Zagros 29’ê Nîsana 2025’an li Zapê, di encama bombardûmana SÎHA ya dewleta Tirk de şehîd bû.
Hevrêya me Tîjda baweriya xwe bi Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê ya Rêber Apo anî ku azadiya gelan hemûyan ji xwe re dike esas, ji sîstema kapîtalîst qut bû û hat çiyayên Kurdistanê.
HPG-NRÇ li ser kesayet û têkoşîna şoreşgera enternasyonalîst Tîjda Zagros wiha anî ziman:
Hevrêya me Tîjda li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji dayik bû.
Ji ber ku malbata wê demokrat û sosyalîst bû, vê yekê bandor li afirîneriya kesayetiya wê kir.
Ew ji berxwedana destanî ya pêvajoya Berxwedana Kobanê hêz wergirt.
Di sala 2017’an de ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tasfiyekirina tevgera me û tepisandina gelê me operasyonên giran dimeşand, hevrêya me tevlî nva refên gerîla bû.
Hevrêya me Tîjda weke gerîlayeke YJA Starê ya şareza û fedaî wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih anî û cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girt.
Ji Rosa Luxemburg, Clara Zetkin û xwişkên Mirabel heta bi Sara, Bêrîtan, Zîlan, Sara, Rûken û Asyayan bû nûnera dawî ya mezin a têkoşîna azadiyê ya jinan ku bi berdêlên mezin hate afirandin.
Di dawiyê de HPG-NRÇ got:
Em ji malbata hêja ya hevrêya xwe Tîjda, hevrêyên xwe yên enternasyonalîst hemûyan û tevahiya gelan re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku cîhaneke sosyaslîst, azad û wekhev pêk bînin.
Agahiyên derbarê nsanameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Tîjda Zagros
Nav paşnav: Kelly Freygang
Cihê jidayikbûnê: Hambûrg – Elmanya
Dayik-Bav: Gunda – Joghen
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Nîsana 2025 / Zap



