Sûriyê roj bi roj di ber aloziyê ve diçe, kuştin û revandin zêde dibe.
Li gorî SOHR’ê tenê di 24 saetan de 18 kes hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di 24 saetan de li 18 kes li Sûriyê hatin kuştin.
SOHR’ê diyar kir ku li gundewarê Şamê 2 ciwanên Durzî û bijîşkek Elewî ku ji aliyê endamên deshilata Şamê hatibûn binçavkirin, hatin kuştin.
Li Derayê jî çekdarên nenas fermandarê berê yê ‘Artêşa Azad’ Mahir El Lebad, kurê wî û ciwanekî din kuştin.
Li heman bajarî di şerê di navbera du komên çekdar de xwendekarekî zanîngehê hat kuştin.
Li Helebê jî çekdarên nenas mamosteyekî zanîngehê ku ew Ewlehî bû kuşt.
Li gundewarê Hemayê komek çekdar yê desthilata Şamê kesek di mala wî de kuştin.
Li bejahiya Tedmurê ya gundewarê Humisê jî cenazeya 3 kesan hat dîtin.
Her wiha li Şamê jî ciwanek ku ev zêdetirî mehekê hatibê revandin cenaza wî hat dîtin.
Li Dêrazorê jî di encama teqîna mayînekê de 3 zarok jiyana xwe ji dest da.
Li gundewarê Hemayê jî keçek zarok ku ji ber gulebarankirina mala wê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Li Laziqiyê jî ji ber şerekî ji bo pereyan ciwanekî jiyana xwe ji dest da.



