Şandeyek Ewropî serdana YPJ’ê kir û di serdanê de Endama Fermandariya Giştî ya (YPJ) Rohilat Efrîn derbarê rewşa herêmê de nirxandin kir û got Ev gel dikare bi îrade û mafê xwe jiyan bike û ev dewlet wê qebul bike.
Li Sûrî jî hêza YPJ û QSD’e hezekî rêxistînkirî û perwerdekiriye û dikare parastina axa xwe, sinora xwe bike û her wiha pêşoraja xwe jî bibîne. Pewîstê reng û dengê vî gelî were dîtin.
Şandeyek Ewropî ji bo şopandina rewşa herêmê serdana Bakur û Rojhilatê Suriyê kir.
Şande di nava van serdanê xwe de serdana YPJ’ê jî kir û ji aliy Fermandara Giştî ya (YPJ) Rohilat Efrîn ve hat pêşwazî kirin.
Di serdanê de mijarên weke dozên siyasî, mirovî û pêşdeçûnên li herêmê hate niqaş kirin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn derbarê pêşveçûnên heremê de nirxadin kir.
Rohilat Efrîn diyar kir ku xeteriyên mezin ser gelê Sûrî heye.
Ji aliyên desthilatdaran ve komkujî hîn li ser civaka Elewî û Durziyan berdewam e.
ROHILAT EFRÎN: NEDAYÎNA HEVALÊN ME RÛYÊ WAN YÊ RASTÎ NÎŞAN DIDE
Rohilat Efrîn derbarê 15 hevalên wan yên YPJ’ê ku ji aliyê desthilata Şamê ve dîlhatine girtin û nayên berdan jî wiha anî ziman:
“Qonaxa duyemîn pevguhertina dîl girtiyan hate paşxistin.
Di seatên dawî de nêzîkatiyên wan ê ku feraseta mêr a desthilat hişt ev pêvguhertin were taloq kirin.
Ne dayina hevalê me yên dîl girtî rûyên wan ê rastî nîşan dide.
Ev nêzîkatî dijbertiya jin û pirrengiya pêkhateyên vê heremê dike.
Gorî exlaqê civakî pewîste despêkê dîlgirtiyên jin werin dayîn lê vir de tu pîvanê exlaqî nîne.”
Rohilat Efrîn: Hêza YPJ’ ê û QSD’ ê hêzekî rêxistinkirî ye
Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn da zanîn ku ger desthilata Şamê tu hincetan dernexê ewê ser sê xalan danustandin çêbibe û wiha axaftina xwe dawî kir:
“Gelek welatan de dewlet û hukumeta wî heye lê di heman demê de rêveberiya wî ya xwecihî heye.
Ev gel dikare bi îrade û mafê xwe jiyan bike û ev dewlet wê qebul bike.
Li Sûrî jî hêza YPJ û QSD’e hezekî rêxistînkirî û perwerdekiriye û dikare parastina axa xwe, sinora xwe bike û her wiha pêşoraja xwe jî bibîne.
Pewîstê reng û dengê vî gelî were dîtin.
Danustandinê me bi desthiladarên re heye.
Ger taloq nekin û hincetekê dernexin niqaşê me were meşandin.
Ji ber her carê ku me gav avêt wana xwe paşve kişand û astengî derxistin.
Ev yeke eşkere ye ku mudaxelaya derve li ser biryarên wan pir bandorê û îradeya xwe nikarin bi kar bînin.”



