Parêzerên Îtalyayê Ezio Menzione banga Rêber Apo û biryara PKK’ê erênî nirxand.
Parêzer Ezio Menzione diyar kir ku divê dewleta Tirk gavên berbiçav li hember vê yekê biavêje.
Ezio Menzione ragihand ku gava yekem ber bi aştiyê azadiya Rêber Apo û girtiyên Siyasî ye.
Her wiha Ezio Menzione destnîşan kir ku divê saziyên Ewropayê helwesta xwe li hemberî PKK’ê jî biguherînin.
Piştî banga Aştiyê ya Rêber Apo Partiya Karkerên Kurdistanê Kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist.
PKK’ê di Kongreya xwe de têkoşîna xwe ya çekdarî bi dawî kir û dest bi têkoşîna siyasî kir.
Banga Rêber Apo û biryara PKK’ê ji gelek deveran hat pêşwazkirin û bi gavek dîrokî hat pênasekirin.
Di vê mijarê çav li ser helwesta Tirkiyê bê ka çi ye, vekiriye.
Têkirdarî mijarê parêzerên naskirî yên Îtalyayê Ezio Menzione ji ajansa ANF’ê re axivî.
Di destpêkê de Parêzer Ezio Menzione biryara kongreya PKK’ê erênî nirxand û got:
Ezio Menzione: Divê Tirkiyê gavên berbiçav li hember biryara PKK’ê biavêje
“Bi dîtina min biryarên kongreya PKK’ê gelekî erênî ne.
PKK di vê mijarê de helwesta xwe nîşan da.
Ji aliyê Kurdan ve gelek daxuyanî hatin dayin.
Divê em armanca hikumeta Tirk jî piştrast bikin. ”
Ezio Menzione: Gava yekem ji aştiyê azadiya birêz Ocelan û girtiyê siyasî ye
Ezio Menzione ragihand ku li gel biryarên PKK’ê jî Rêber Apo hîn dîlgirtî ye û ev yek neyê qebûlkirin û wiha pê de çû:
“Ne tiştekî asayî ye ku mirovek 26 salan tecrîdkirî be.
Ev rewş li welatekî din nîne.
Birêz Ocelan xwedî wî mejî, wêrekî û hevsengiyê ye ku pêşengiyê ji pêvajoya fesixkirinê re bike ku kongreyê biryar li ser da.
Birêz Ocalan garantiya vê pêvajoyê ye, divê tavilê bê berdan.
Weke ku Bahçelî jî xwest, divê biçe parlamentê.”
Her wiha Ezio Menzione bi bîr xist ku majareke din girîng heye û ew jî berdana girtiyên siyasî ye û wiha got:
“Eger girtî neyên berdan Tirkiyê dixwaze dijminatiya xwe li hember Kurdan berdewam bike”
“Eger em qala aştiyê dikin, çima hîn jî bi hezaran mirov girtî ne.
Mînak Selahattîn Demîrtaş çima hîn jî girtî ye.
Her kesên ku endamê PKK’ê bûn an jî dihate gotin ku pêwendiya xwe pê re heye, divê azad bibin. ”
Ezio Menzione: Divê Ewropa û DYE’ê helwesta xwe ya li hemberî PKK’ê biguherînin
Di dawiyê de Parêzer Ezio Menzione li ser helwesta Ewropa û DYE li hemberî PKK’ê axivî û got:
“Biryara Ewropayê ya têkildarî PKK’ê piştî helwesta DYE’yê hate dayin.
Niha divê saziyên Ewropayê helwesta xwe ya li hemberî PKK’ê biguherînin.
Ji ber ku niha Êdî avaniyeke aştiyane li pêşberî wan e ku Kurdan temsîl dike.”



