Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatimogullari têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê de diyar kir divê yekser komîsyon li meclisê bê avakirin.
Bang li Tirkiyê jî kir ku ji bo aştiyê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.
Tulay Hatimogullari li meclisê di civîna koma partiya xwe de axivî û pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk nirxand.
Tulay diyar kir Kurd di çareseriya pirsgirêk û aloziya li Rojhilata Navîn de xwedî roleke sereke ne û da zanîn rastiya Kurdan ya ji bo Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Tulay derbarê avakirina komîsyona li Meclisê de jî diyar kir divê dem neyê winda kirin û tavilê dest bi xebatan bê kirin.
Her wiha bal kişande li ser rola Tirkiyê ya li herêmê jî û wiha got,
“Divê Tirkiye serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike”
“Rabuhuriya dîrokî ya Tirkiyê û rewşa wî ya jeostratejîk, rola wî ya li herêmê aniye radeyeke krîtîk. Mijareke girînge û lezgîne ku êdî Tirkiye bibe aliyekî ku pirsgirêkan çareser dike û ji bo aştiya herêmê roleke navbeynkar ya pêşeng bide ser milê xwe.
Mînak divê Tirkiye serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Mîna rêveberên ku ji wê derê li Enqerê tên pêşwazî kirin an jî li Rojava tên pêşwazîkirin. Em vê mijarê gelek girîng dibînin û ev yek wê tevkariyê li aştiya Kurd û Tirkan bike.”


