Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, ji bo nîqaşkirina bihayê ampêran,civînek li dar xist.
Ev civîn wekî gaveke ji bo beşdarkirina şêniyan, û xwediyên jenetoran di dayîna biryaran de, hat avêtin.
Armanc ji vê gavê pêşxistina rewşa kehrebeyê li bajêr û pêkanîna hevsengiyê ye.
Di nîqaşan de hat gotin ku divê bihayê ampêran bi lîreya Sûriyeyê be.
J ber ku piraniya welatiyan mûçeyên xwe bi lîreyê werdigirin.
Her wiha hat pêşniyarkirin ku mazot jî bi lîreyê were kirîn .
Xwediyên jenetoran jî ji Odeya Pîşesaziyê xwest ku çavdêriyek bê kirin.
J ber ku parçeyên jenetoran biha ye û bi dolaran dikirin, her wiha divê mazota paqij jî were peydakirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bihayê ampêran wiha ye:
Ampêra xizmetguzarî”xedemî” (rojane 8 saetan pê dikeve): 13 hezar lîre.
Ampêra sîstema temam (rojê temamî pê dikeve (24 saetan)): 14 dolar.
Ampêra sûka navendî (rojane 8 saetan pê dikeve): 6.5 dolar.
Şaredariyê destnîşan kir ku ev civîn bi armanca çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzarî hat lidarxistin.



