Di çarçoveya bernameya vegera xwebexş a koçberan ya ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hevkariya Nûnertiya Komîseriya Bilind a Penaberan a NY 62 malbat ku ji 311 kesî pêk tên, ji kampa El Erîşa ya Hesekê ber bi herêmên xwe yên li Dêrazorê ve derketin.
Rêveberiya kampê diyar kir ku veger bi dilxwazî pêk tê, ji bo vegerê jî kar û barên fermî têne temamkirin û alavên veguhastinê têne peydakirin.
Ji destpka sala 2025’an ve, 11 kom ji kampê derketin.
Ji destpêka salê ve 11 kom derketin
Di çend mehên borî de gelek malbatên ji Hums, Şam, Hema û Idlibê ji kampê derketibûn.
Li kampê hîna jî nêzîkî 11 hezar koçber dijîn, piranîya wan ji deverên rojhilatê Sûrîyê ne ku ji ber şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û şert û mercên ewlehî û mirovî koçber bûne.



