Xelkê Mexmûrê li dijî ambargo û girtina nûnerên wargehê meşek lidarxistin û diyar kirin ku heta mafên wan neyê bidestnexin, dev ji têkoşîna xwe bernadin.
Meş bi pêşengiya Meclisa Mexmûrê, bi beşdariya gel, rêxistinên jin û ciwanan hat lidarxistin.
Girseyiya gel ji ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan heta ber avahiya NY’yî meşiyan.
Li wir, li ser navê Hevseroka Meclisê Nûdem Yaman axivî.
Nûdem diyar kir ku xelkê Mexmûr ji bo mafê xwe yê rewa şandeya xwe rêkirin Bexdayê û got:
“Dewleta Iraqê bi hevkariya dewleta Tirk dixwazin wargehê belav bikin.
Lê heta ku em mafên xwe bidestnexin, em dest ji vê rêya xwe ya pîroz bernadin.”



