Şandeya Kurdî ya piştî “Konferanas Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” hatiye avakirin daxuyaniyek çapemeniyê ya nivîskî da û tê de navên şandeyê ya hevdîtina bi desthilata Şamê, aliyên navneteweyî û Kurdistanî re, hatin aşkerakirin û hat diyarkirin ku wê şande di çend rojên bê de dest bi hevdîtinan bike.
Li gorî daxuyaniyê, şandeyê civîna xwe ya damezrîner di 4’ê Hezîranê de bi beşdariya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Rohilat Efrîn û endama Dîwana Konferansê Îlham Ehmed, li dar xist.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
Piştî şêwirên di navbera aliyên beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de bûne, ku di 26’ê Nîsana îsal de hat lidarxistin, û li gorî biryara konferansê ya pêwîstiya avakirina şandeyeke hevbeş a Kurdî ji bo diyalogê bi hikumeta Şamê, aliyên navneteweyî û Kurdistanî re, li gorî nêrîna hevbeş a Kurdî ya der barê Sûriyê û doza Kurdî de, şandeyê civîna xwe ya damezrîner di 4’ê Hezîrana 2025’an de li dar xist. Di civînê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Rohilat Efrîn, endama Dîwana Konferansê Îlham de amade bûn û wê şande di çend rojên bê de yekser dest bi erkên xwe bikin.
Şandeya Kurdî:
Perwîn Yûsiv û Mihemed Îsmaîl wek hevserokên şandeyê hatin destnîşankirin, Aldar Xelîl, Rîhan Loqo, Ehmed Silêman, Silêman Oso, Selah Derwêş, Nesredîn Îbrahîm û Feysel Yûsif weke endamên şandeyê hatin diyarkirin.”



