Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê, bi beşdarbûna hêzên Eniya Kurd, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û malbatên şervanan, dewreyeke leşkerî ya nû ya bi navê şehîd Qorşîn bi dawî kir.
Dewre 45 rojan dom kir,
Di nav de 54 şervanan perwerdehiya leşkerî û waneyên fikrî dîtin.
Şervanan soza parastina xak û civakê nû kir û tekez kirin ku ewê li ser riya şehîdan bimeşin.
Her wekî yekîtiya welat biparêzin, ji bo azadî û edaletê û hemû pêkhateyên Sûriyê têkoşînê bikin.
Di merasîma bidawîbûnê de, rêveberê Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal ”Feyad Kobanî” girîngiya pabendbûna şervanan bi riya şehîdan piştrast kir û rola wan di parastina ewlehî û aramiyê de li herêmên cûda yên bakur-rojhilatê Sûriyê tekez kir.



