Perlementoyên Iraqê diyar kirin ku PDK’ê her meh 200 hezar bermîl nefet bi qaçaxî hinarde derve dike û gotin:
“Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke dewleteke serbixwe kar dike û li gorî destûrê tevnagere.”
Ev demek ji ber nedana mûçeyên karmendên başûrê kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê, rewşa welatiyên başûrê xirabe.
Lê li aliyeke din, derdekeve holê ku hikûmeta başûr bi serkêşiya PDK’ê her meh 200 hezar bermîl neft di deriyên sîno yên ne fermî û bi awayekî qaçax derbasî Tirkiyê dibe.
Têkildarî mijarê perlomentoyên Iraqê ji ajansa ROJNEWS’ê re axivîn.
Perlementera bi navê Suheyla Sultanî anî ziman ku Malbata Barzanî dest daniye ser dewlemendiya Herêmê.
Her wekî Sultanî destnîşan kir ku tevgera PDK’ê ne ligorî destûra Iraqê ye û got:
“Ev yek ne di berjewendiyên gelê Kurd de ye, hemû qezenc ya malbatî ye.
Divê hikûmeta herêmê dahata herêmê radestî Bexdadê bikin.”
Perlementerê lijneya neftê Elî Meşkur jî firotina nefta qacax ji aliyê PDK’ê ve bi tundî rexne kir û got:
“Ev yek tê wateya binpêkirineke eşkere ya ne li gorî destûra Iraqê.
Divê di derbarê herêmê de lêkolîn bê kirin û dahata neftê radestî Bexda bê kirin.”


