Parêznameya Rêber Apo ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê ku bi zimanê Spanî hatiye weşandin li Arjantînê hate danasîn. Gelek adakdemîsyen, perwerdekar û xwendekaran eleqeyeke mezin nîşan dan.
Çalakiyên danasîna parêznameyên Rêber Apo wê li ser du qonaxan pêk were. Di qonaxa yekemîn de, wê li zanîngehan, muzeyan û weşanxaneyan û di qonaxa duyemîn de jî li navendên tevgerên civakî, sendîka, û navendên gel bên kirin.
Di dema danasînê de wê gelek akademîsyen, çalakvan li ser pirtûkê nêrînên xwe parve bikin.
Danasîna ewil ya parêznameyê li Fakulteya Zanista Civakî ya Zanîngeha Buenos Aires ji aliyê Însîyatîfa Azadiyê ya Rêber Apo ve hate kirin.
Di danasînê de çalakvanên femînîst, profesor û akademîsyen axivîn û girîngiya mijarên di parêznameyê de nirxandin.
Di nirxandinan de hate diyar kirin jiyana azad navenda ramanên Rêber Apo ye.
Çalakvana Femîsnîst Klaudia Korol ya ku pêşgotina pirtûkênivîsandiye got, “Min pratîka vê pirtûkê li Rojava dît. Îradeya gel, hêza jinan û pêwendiya bi xwezayê re gelek diyarker bûn. Girînge ku em vê fikrê li vê derê jî derbasî pratîkê bikin.”



