Îsraîlê her roj li başûrê Sûriyê û bi teybet li parêzgeha Quneytirayê dikeve nava xakê welêt.
Îro Hêzeke Îsraîlê bi gelek wesayitên leşkerî kete gundê Manşîyat Swêsa yê gundewarê Quneytrayê.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê kir ku êrîş bû sedema alozî û tirsê di nav gundiyan de, bi taybetî di nav jin û zarokan de.
Li gorî agahiyan hêza Îsraîlê bi ser malan de girt û hin kes girtine.
Duh jî Israîlê ragihand ku wan li Başûrê Sûriyê çekdarekî girêdayî Hemasê di hindirê erebeya wî de kiriye aramanc.
Jixwe ev demeke agahî tênbelavkirin ku pêwendî di navbera Şam û Israîlê de zêdebûne û hevdîtinên rû bi rû pêk hatine.



